
About this episode
This episode discusses the significance of Newroz, a major Kurdish celebration symbolizing freedom and unity.
Newroz – Cejna Kurdî Newroz ji bo gelê kurd cejneke girîng e. Her sal di 21ê Adarê de tê pîrozkirin. Ev roj di çanda kurdî de destpêka sala nû ye. Newroz tê wateya “Roja Nû.” Di vê rojê de, kurdên li hemû deverên cîhanê şahiyê dikin. Mirov li derdora agirê Newrozê kom dibin û direqisin. Zarok û mezin bi hev re govendê digirin û cejnê pîroz dikin. Di Newrozê de, mirov cilên xweşik û rengîn li xwe dikin. Kesk, sor û zer ji bo vê cejnê rengên sereke ne. Ev reng rengên ala kurdî ne jî. Ji bo roja Newrozê xwarinên taybet tên amadekirin. Jin, mêr, zarok û pîr bi hev re diçin seyranê. Li seyranan govend tên girtin, xwarin tên xwarin û stranên kurdî bi hev re tên gotin. Efsaneya Newrozê girêdayî Kawayê Hesinkar e. Li gorî çîrokê, Kawa şoreşek li dijî Zohakê zalim pêk aniye û gelê xwe rizgar kiriye. Piştî vê bûyerê, agir li ser çiyayan hatiye pêxistin da ku mizgîniya rizgariyê bê dayîn. Îro, Newroz ji bo kurdan ne tenê cejneke neteweyî ye, lê belê sembola azadiyê û yekîtiyê ye. Di vê rojê de, mirov hêvî û daxwazên xwe ji bo sala nû dikin. Newroz pîroz be!
People in this episode
Host: Kurdish Lessons
Topics covered
- Newroz
- Kurdish culture
- celebration
- freedom
- tradition
Keywords
- Newroz
- Kurdish celebration
- Kurdish culture
- freedom
- tradition
- Kawa
- Zohak
Mentioned in this episode
Places: Kurdistan
More episodes of Kurdish Lessons Podcast
- 35. Jiyana bavê min a li gund -B1 level for Intermediate learners · March 15, 2026 · 28 min
- 34.Rûtînên min ên sibehê (my morning routines) - for Beginners · February 11, 2026 · 12 min
- 33. Rojnivîskên Gulê 09 - 4ê Berfanbara 2025an · December 4, 2025 · 17 min
- 32.Rojnivîskên Gulê 08 - 14ê Tebaxa 2025an · August 14, 2025 · 23 min
- 30. How to talk about likes and dislikes -A1 level for Beginner learners · February 8, 2025 · 13 min
- 29. Li ser ken û kenîne - B2 level for Intermediate learners · February 3, 2025 · 25 min
Explore listener stats, chart rankings, contacts and more on the Kurdish Lessons Podcast podcast page.